Li Londrayê serdanên piştevaniya bi greva birçîbûnê re didomin

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîda Îmralî ya li paytexta Qraliyeta Yekbûyî Londrayê bi serdanên piştevaniyê didome.

Li paytexta Îngîltere Londrayê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome ya ku Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ku di 14’ê Adarê de dest pê kiribûn.

Serdanên piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê re duh û îro jî dom kirin. Day-Mer, Gîk-Der, Federasyona Elewî ya Brîtanya, Dêrsim-Der û gelen rêveberên komelryan serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.

Berxwedana çalakgerên grevê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd didome. Nûnerên saziyên ku serdana çalakgerên grevê kirin peyamên piştevaniyê dan.

Çalakgerên grevê Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz banga tevlîbûna ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku roja Yekşemê (Sibê) li Parka Fînsbûry a Londrayê kirin.

Çalakgeran her wiha banga nîşandana berxwedanê ya bi rûhê fedayî yê Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar û Ayten Behçet kirin.