LÎMASOL
Kuştina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê li Moloz Parka Lîmasolê hate protestokirin.
Çalakgeran di şexsê Poyraz de, ji bo şehîdên azadiyê bi qasî deqîqeyekê rêz girtin.
Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku HDP ji kevneşopiya berxwedanê tê û wê ev êriş nikaribe HDP’ê ji têkoşîna azadiyê dûr bixe.
HELSÎNGBORG
Li bajarê Helsîngborg ê Swêdê jî êrişên dagirker û kuştina Denîz Poyraz hate protestokirin.
Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Tirk kujer e.
KÎEL
Li bajarê Kîelê jî bi pêşengiya ‘Jiyana jin’ çalakiyeke bi kon hate lidarxistin. Di çalakiyê de kuştina Denîz Poyraz, êrişên dagirker ên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Antîfa û MLKP jî tevlî çalakiyan bûn. Di çalakiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin, berxwedana gerîlayan hate silavkirin û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin.