Li Lîmasol, Darmstadt û Castel del Pîano 15'ê Tebaxê..

Li Lîmasol a Qibrisê, li Darmsadt a Elmanya û li Caltes del Pîano a Italya pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. 

Kurdistaniyên ku li li amfîya Moloz Parkê ya Lîmassol a Qibrisê hatin cem hev, bi coşiyeke mezin  Cejna Vejînê, 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyekrêzgirtinê deset pê kir. Koma Çanda Zarokan hate ser dikê. Gelek caran dirûşmên 'Bijî serok Apo'', ''Şehîd Namirin'' hatin gotin. Hunermend Rotînda stran gotin.


DARMSTADT

Kurdistanî li Navenda Civaka Kurd a Darmsadtê ya Elmanyayê hatin cem hev û cejna vejînê pîroz kirin. 

Endamê Desteya Rêveber a Federasyona KAWA Murşîde Oltan axivî û got tekane çareserî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

CASTEL DEL PIANO

Li Castel del Pîano a Italayê jî Kurdisaniyan 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Têkilî wate û giringiya rojê axaftin hatin kirin.

Bername bi  sînevîzyonê dom kir û stranbêjên herêmî stran gotin.