BI DÎMEN

Li Leîpîzê ji bo qedexekirina tevgera çeteyên Bozkurtan meş hat lidarxistin

Li Leîpzîkê ji bo qedexekirina tevgera nijadperestên Tirk (Bozkurt) meşek girseyî hat lidarxistin.

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, bi daxwaza qedexekirina çeteyên nijadperest (Bozkurt) ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin, meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Defend Kurdistan-Leîpzîg û Leîpzîg nîmmt Platz li qada Wîlly-Brand-Platz bi dirûşma "Ji faşîzmê rê tune" hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Em faşîzmê bişkînin! Faşîst Erdogan" hatin vekirin û dirûşmên "Faşîzma Erdogan rawestinîn" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

Meş bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de li ser navê Defend Kurdistan, Leîpzîg nîmmt Platz, Young Struggle û Zora daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di çapemeniyê de gelek caran hat ragihandin ku MÎT’a Tirk li mizgeftên DÎTÎP’ê yên li Elmanyayê û di komeleyên ku bi navê Ulku Ocaklarî hatine vekirin de tên organîzekirin. Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, li Elmanyayê nijadperestî zêde kirin û gelek caran sûc pêk anîn. Tevî van hemûyan jî bêdengiya dewleta Elman nayê qebûlkirin. Çawa ku mizgeftên DÎTÎP’ê weke buroyên MÎT’ê ne, Ulku Ocaklarî jî mala Bozkurt ên ku çeteyên dewleta Tirk in.”

Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê jî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dewletên Ewropayê bi taybetî jî dewleta Elman hevkarên sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker in û hate xwestin ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê raweste û nebin alîgirê komkujiyên Kurdan.