Li Lavrîoyê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di serî de CPT, bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê, li kampa Lavrîo ya li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê, TJK-E û TCŞ’ê, girseya ku li kampa Lavrîo ya li paytexta Yewnanistan Atînayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.

Girseya ku dest bi meşê kir, bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Çalakger piştî meşê li qada ku daxuyanî lê hat dayîn, kom bûn û ji bo bîranîna şervanên azadiyê yên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûn, deqeyek rêz girtin.

Piştre Erkan Erencî li ser navê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û dewleta şermezar kir û qala bêdengiya saziyên navneteweyî kir.

Erencî diyar kir ku ev zêdeyî 20 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û destnîşan kir ku divê demildest destûr bê dayîn ku parêzer bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin.

Erencî bilêv kir ku şer û operasyonên qirkinê yên li Kurdistanê didomin, ji pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ne qut e û got ku gelê Kurd û dostên wê, wê tercîdê bişkênin.

Erencî wiha pêde çû: “Haya CPT’ê ji tercîda li Îmraliyê heye û bêdengiya xwe didomîne. Bêdengiya OPCW’ê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî çi be, bêdengiya CPT’ê ya li hemberî tercîda girankirî ya li Îmraliyê jî heman e.”

Erencî bang li gelê Kurd û kesên demokratîk kir ku li dijî tecrîdê rabin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.