Li Kopenhagê şehîdên Efrînê hatin bibîranîn

Li Kopenhagê bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Efrînê û PYD’ê bi çalakiyekê şehîdên Efrînê hatin bibîranîn.

Li payîtexta Danîmarka Kopenhagê bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Efrînê û PYD’ê bi çalakiyekê şehîdên Efrînê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate diyar kirin şervanên YPG-YPJ’ê bi berxwedanek bê hempa 58 rojan li dijî çekên herî pêşketî yên NATO’yê li ber xwe dan.

Di bîranînê de peyamên, “Wê berxwedan azadiya Efrînê bîne û wê dewleta Tirk were darizandin“ hatin dayîn.

Nûnerê PYD’ê bertek nîşanî bêdengiya Ewropayê ya li dijî dagirkeriyê da û li dijî dagirkeriyê bang li saziyên navdewletî kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Danîmarka û Meclîsa Jinan a Sêvê piştgirî da çalakiyê.