Li Kopenhagê ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin kampanya hate destpêkirin

Ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin li Kopenhagê kampanyayek hate destpêkirin.

Ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin li her dera dinyayê kampanya tên kirin.

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye bi çalakiya kon dest bi kampanyayê hate kirin. Di çalakiyê de gelek îmze hatin komkirin.

Pêkhateyên Meclîsa Jinan a Sêvê û nûnerên Navenda Civaka Demokratîk li cihê herî şên ê bajêr standa îmzeyê vekirin.

Nûnerên Meclîsa Jinan a Sêvê diyar kirin PKK îradeya azad a gelê Kurd e û xwestin PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku PKK ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovayetiyê hêvî ne.

Pêkhateyên meclîsê diyar kirin wê her hefte standeê vekirin û banga geşkirina kampanyayê kirin.