BI DÎMEN

Li Kolnê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek hat lidarxistin

Li Kolnê bi daxuyanî û meşekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin.

MEŞA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ku bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.

Meş li pêşiya Dom Katerdralî destpê kir. Hevseroka Konfederasyona Med (KON-MED) Rûken Akça, Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar û gelek Kurdistanî tevlî meşê bûn.

Girseyê pankartên bi nivîsa “Stop Turkey war on the Kurdish” û pankata bi nivîsa “Bimre xiyanet” ku wêneyên Neçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirk Erdogan li ser bûn, vekirin. Di dema meşê de danezanên bi Elmanî hatin xwendin û agahî ji raya giştî re hatin dayîn.

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça axivî û wiha got:

“Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gundên me dişewitîne, hildiweşîne. PDK têkilî pê nayne û piştgirî dide. Heta niha 162 gundên me hatin valakirin. Hêzên navneteweyî di sedsala 20’an de bi dewletên Tirk, Ereb û Fars li hev hatin û gelê Kurdistanê bêyî statû hiştin. Li dijî gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn. Rojava her tim tê bombebarankirin. Sivîl tên qetilkirin. Niha jî li Başûrê Kurdistanê êrîş û llhaqa dewleta Tirk heye. Tevî vê yekê jî ne hikûmeta Iraqê û ne jî hêzên navneteweyî deng nakin. Lê divê vê bizanibin; Gelê Kurdistanê ne weke serê sedsala 20’an bêbîr e. Kesên ku xeyala dagirkerî û îlhaqê dikin wê bi ser nekevin.

Di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimre Xiyanet”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Her wiha ciwan stranên li ser gerîlayan gotin û meşiyan.

Meş di derdora saet 16:30’an de li Rudolfplatzê bi dawî bû.