Li Kobanê hilberîn û çandiniya bi destê jinê
Li taxa Kaniya Kurdan a Kobanê, jin hem bîstanan diçînin û hem jî karê lawirvaniyê dikin. Ew bi wê yekê debara jiyana xwe dikin.
Li taxa Kaniya Kurdan a Kobanê, jin hem bîstanan diçînin û hem jî karê lawirvaniyê dikin. Ew bi wê yekê debara jiyana xwe dikin.
Li Kobanê, bi taybetî li taxa Kaniya Kurdan ku bi xweza û çandiniya xwe tê naskirin, dayîk bîstanên salane amade dikin. Di werza Havînê de bîstanên havînê, firingî, becanê reş, îsot, kundir, xiyar, xitiyan, fasûlî û hwd. diçînin. Zivistanê jî tivir, pîvaz, sîr, silk, sebanix, bexten û reşad tê çandin.
Li Kobanê bêhtir çandiniya bîstanan û bi taybetî sebzeyan ji Kaniya Kurdan ew berhem tên derxistin. Bi taybetî jî berhemên çandiniyê yên dayikan e. Li wir hem dayîk bîstanan diçînin û hem jî lawiran xwedî dikin. Lawirên weke pez û çêlek lê tê xwedîkirin û mast, penêr û gewrahî beşeke mezin dide bajêr.
Xalîde Mihêdîn ku niha bîstanê Xasan çandiye û di heman wextê de kundirên xwe heke dike dibêje ku yek ji tiştên sereke ku ew li Kaniya Kurdan dikin çandinî ye û wiha pêde diçe: "Em niha dest bi firotina xasan dikin. Beriya çandiniya her berhemê em ewil li wir cot dikin. Piştî wê em şitlên xwe diçînin, heka wê jî piştî mehekê ji çandiniyê em dikin. Dûre jî em kimawî û av dikin."
Xalîde Mihêdîn anî ziman ku ew bû şeş sal in karê çandiniya bîstanan dike û dibêje îsal ji ber kêmbarîna baranê, berhem gelekî kêm e. Xalîde Mihêdîn got, "Ji ber sermayê û kêmbarîna baranê, pir xas nayê çandin. Em jî weke dayîk barekî dixin ser milê xwe da ku bi destên xwe wan bîstanan biçînin. Ev jî bû du sal in ku em patatan jî diçînin û em wan berhemê xwe jî difiroşin. Jin dikare her tiştî bike, ez dikarim hem bîstanan biçînim û hem jî debara mala xwe bi giştî bikim."