Li Hindistanê ji ber barana mûsonê herî kêm 144 kes mirin

Li Hindistanê ji ber barana mûsonê ya li başûr û rojavayê welat, 144 kes mirin û bi sed hezaran kesan jî koç kirin.

Barana mûsonê herî zêde li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê da. Li gorî bîlançoya dawîn li vê derê 67 kes mirine.

Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 165 kes birine li kampan bi cih kirine. Bi giştî heta niha 144 kes mirine û tê diyarkirin ku ev bîlanço dibe ku giran bibe.

Li eyaleta Karnaka ya ku nêzî Keralayê ye li gorî agahiyên pêşîn 34 kes mirin û herî kêm 14 kes jî winda bûne. Rayedarekî ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku wan alîkarî dane 480 hezar kes û 50 hezar heywanan û 1100 kamp ava kirine yên ku 300 hezar kes lê ne.

Li eyalata Maharasthra jî herî kêm 27 kes mirin û li eyaleta Gûjaratê jî 16 kes mirine.