Li Heîlbronnê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Merasîma bîranîna Şehîdên Gulanê ku ji aliyê Komaw ve hat organîzekirin û hejmareke zêde Kurdistanî lê amade bûn, li Salona Komeleyê ya Heîlbronnê pêk hat.

Di merasîma bîranînê de şehîdên meha Gulanê Heqî Karer, Hozan Mizgîn, Şîrîn Elemhûlî, Îbrahîm Kaypakkaya, Ferhat Kurtay, Leyla Qasim, Gûlçiya Gabar, Pelşîn Newroz, Bager Xebat, Karker Serbest û Abdullah Ece hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiyê destpê kir. Di merasîmê de birayê Şehîd Bager Selîm Çinar li ser navê Komawê axivî. Di axaftinan de hat diyar kirin ku ew ê her tim bi bîranîna şehîdan ve girêdayî bimînin û hat destnîşankirin ku divê hîn bêhtir xebat bên berfirehkirin. Her wiha hat gotin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê bi şev ûr roj xebat bên meşandin.

LI SER GIRÊDAN Û TÊKOŞÎNÊ AXAFTIN HATIN KIRIN

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê xwedî li şehîd û şervanan bê derketin û hat gotin ku xwedî derketina li bîranîna şehîdan encax bi xurtkirina xebat û rêxistinê pêkan e. Bi taybetî hat diyar kirin ku divê malbatên şehîdan di vî warî de pêşengî bikin.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmên "Şehît namir in", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.