Li Grazê ji bo 27’ê Mijdarê civînek hat lidarxistin

Li bajarê Graz a Awûstûryayê bi munasebeta 43. Salvegera damezrandina PKK’ê civînek hat lidarxistin.

Bi boneya 27’ê Mijdarê 43. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê Graz a Awûstûryayê bi tevlêbûna bi dehan Kurdistanî civînek hat lidarxistin.

Civîn saet 14:00’an li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpêkir.

Di civînê de Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axifî. Kartal têkildarê girîngiya rojê ya 27’ê Mijdarê û pêvajoya dawî nirxandin kir.