Li Goteborg, Lavrîo û Torontoyê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê û li bajarê Torontoyê yê Kanadayê Newroz bi awayekî coş hate pîrozkirin.
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê û li bajarê Torontoyê yê Kanadayê Newroz bi awayekî coş hate pîrozkirin.
Li bajarê Goteborgê Newroz bi du çalakiyan hate pîrozkirin.
Çalakiya pêşîn li Qada Gûstav Adolfê hate pîrozkirin. Kurd û dostên wan ên li qadê bi hev re agirê Newrozê dadan. Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin.
Roja dîtir jî li eywanekê Newroz hate pîrozkirin. Li eywanê wêneyên PKK, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin.
Di axaftinên pîrozbahiya Newrozê de hate diyarkirin ku wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê qebûlkirin û bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê hate kirin bila ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkevin nav hewldanan.
TORONTO
Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn û pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser Newrozê hate nîşandan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê dengê çalakgerên greva birçîbûnê werin bilindkirin.
LAVRÎO
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê bi tevlêbûna bi sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Newroz li eywana konferansê ya şaredariyê hate pîrozkirin. Ji xeynî Kurdan, nûnerên partî û rêxistinên çepgir ên Yewnanistanê jî tevlê bûn.
Li eywanê alayên PKK, YPG, KCK û YPJ’ê hatin vekirin.
Di axaftinên pîrozbahiyê de bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin.
Di pîrozbahiyê de derbarê peyama Newrozêya Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik sînevîzyon hate nîşandan.