Li Goteborgê li dijî dagirkeriyê çalakiya domdar

Çalakiyên protestoyî yên Kurdan û dostên wan li dijî dagirkeriya qirker a Tirkiyê ya li ser Kurdistanê (Rojava) didomin. Li Goteborgê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan li Meydana Brunnparkê hatin cem hev û dagirkeriya Tirk a li ser Rojava û komkujiyên Tirkiyê yên li ser Kurdan şermezar kirin.

Di axaftinan de hate gotin armanca dagirkeriyê ew e ku çeteyên DAÎŞ'ê dîsa werin zindîkirin û Erdogan û dewleta Tirk tişta ku bi DAÎŞ'ê nekarîn bikin niha ew bixwze dixwazin bikin û dixwazin qira Kurdan bînin, pergala li Rojava tine bikin.

Di çalakiyê de stranên şoreşgerî hatin gotin, bi dirûşmeyan hate gotin, ''Bijî berxwedana Rojava, bijî YPG, YPJ, artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime''.

HER ROJ WÊ ÇALAKIYA KONDANÎNÊ HEBE

Çalakgeran biryar li ser dan ku ji bo ku gelê Swêdê li ser komkujiyên dewleta Tirk û sûcên şer ên Tirk ên li Rojava agahdar bikin her roj li navenda bajêr kon vedin.

Navenda Civaka Kurd  Demokratîk a Goteborgê bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku di navbeyna saet 12.00 û 22.00'an de werin cem kon û piştevaniyê bikin.