Li gelek bajarên Ewropayê ciwan bi meşaleyan meşiyan

Li bajarên Darmstadt, Heîlbronn û Berlîn ên Elmanyayê û li banliyoyên Vîlleneûve St. George û Grîgny ên paytexta Fransa Parîsê, ji bo Newrozê meşên bi meşaleyan hatin lidarxistin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê, Kurdistanî û Elman ji bo Newrozê bi meşaleyan meşiyan.

Kurdistaniyên ku tevî dostên xwe li Frîedenplatzê li hev kom bûn, bi meşaleyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Es lebe Ocalan", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Garê" hatin qîrîn. Çalakger piştî ku li navenda bajêr geriya li Frîedenplatzê vegeriya. Li vir jî agirê Newrozê dada û li dora êgir govend gerand.

BERLÎN

Newroz li paytexta Elmaya Berlînê jî bi meşeke bi meşaleyan hate pîrozkirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN bi dirûşma "Bi ruhê Garê Newroz pîroz be" ji Gesûndbrûnnenê heta Leopoldplatzê bi meşaleyan meşiyan.

Girseya gel saet di 18:00 de li Gesûndbrûnnenê li hev kom bû û Newroz bi meşekê pêşwazî kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê meşê dest pê kir. Endamên Navenda Kurdistaniyên Azad, Meclîsa Jinê ya Dest-Dan û ciwanên enternasyonalîst jî tevlî çalakiyê bûn.

Meş li Meopoldplatzê bi dirûşman bi dawî bû.

VILLENEÛVE-SAÎNT GEORGE/GRINY

Li banliyoyên Vîlleneûve St. George û Grîgny ên paytexta Fransa Parîsê, ciwan bi meşaleyan meşiyan û Newroz pîroz kirin.

Piştî ku doh bi şev li Parîsê ji ber Covîd-19 derketina derve hate qedexekirin, polîsan hewl dan pêşî li meşa ciwanan bigirin.

Ciwanan li gel zextê jî bi coşeke mezin meşa xwe dewam kirin.

Ciwanên ku fîşekên hewayî teqandin û bi dûyê rengîn meşa xwe dewam kirin, bang li ciwanan hemûyan kirin ku ji bo Newrozê dakevin qadan.