Li Gallerê di bibîranîna Llanelîyê de peyama hevgirtina Kurdan hate dayîn

Li bajaroka Llanellîyê ya Gallerê di salvegera berxwedana di sala 1911’an de peyama hevgirtina bi Kurdan hate dayîn.

Li bajaroja Llanellîyê ya bajarê Swensea a Gallerê bibîranîn hate lidarxistin, nûnerên gelek sendîkayan û kedkaran tevlê bûn.

Komek Kurd jî tevlî bibîranînê bûn û li hemberî emperyalîzmê peyama têkoşînê hate dayîn. Di axaftinên bibîranînê de Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd Nejla Arî jî axivî.

Arî bal kişand ser êş û têkoşîna hevpar a gelê Kurdistan û Galê û diyar kir ku Serokwezîrê wê demê yê Îngîlîz Wînston Chûrchîll fermana êrîşa li ser kedkaran daye û heman kesî fermana bikaranîna gaza kîmyewî ya li ser Kurdan jî daye. Arî diyar kir ku bi hevgirtina enternasyonel û têkoşîna hevpar wê têkoşîna li hemberî emperyalîzê bi ser bikeve.

Piştî axaftinan meşek hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin hildan.

Di 18-19’ê Tebaxa 1911’an de bi sedan kesan piştgirî dabûn karkerên şiva hesinî û du rojan çalakiyên mezin hatibûn lidarxistin. Artêşa Îngîlîzê êrîşî çalakiyan kiribû. Di van êrîşan de 2 kes hatibûn qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûbûn. Her sal bi tevlêbûna gelek sendîkayan meşa bibîranînê tê lidarxistin.