Li Fransayê çalakiya ‘Dem dema azadiyê ye’

Li bajarê Strasboûrg a Fransayê bi çalakiyekê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate şermezarkirin û xwedî li greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate derketin.

Di çarçoveya kampanyaya “Ji tecrîd, qirkirin û faşîzmê re na! Dem hatiye! Ji Ocalan re azadî” de, bi pêşengiya TJK-E’yê li bajarê Strasboûrg a Fransayê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate protestokirin û ji bo bicihanîna daxwazên girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de, bang hate kirin.

Li qada saziyên Ewrûpa lê ku çalakiya Nobeda Azadiyê lê dom dike, dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Rejîma Tirk faşîste” hatin berzkirin.