Li Frankfûrtê ji du milan ve meşa Newrozê hate destpêkirin

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê ji du milan ve meşa Newrozê hate destpêkirin.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK-KAWA) meşa Newrozê diyarî Ûgûr Şakar kir ê ku di 20’ê Sibatê xwe de xwe şewitandibû û di 22’ê Adarê de şehîd bûbû.

Meşvan di destê sibehê de li hev kom bûn û ber bi nîvro ve ji du milan ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de bêdengiya welatan a li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şermezarkirin. Meşvan balê dikşînin ser grevên birçîbûnê.

Ji bo tevlêbûna Newrozê ji bajarê Stûttgartê otobuseke ku 50 kes tê de bûn li nêzî Balefirgeha Frankfûrtê ji aliyê polîsan ve hate sekinandin. Polîs nasnameya hemû kesan kontrol dike. Hê destûr nehatiye dayîn ku otobus bi rê bikeve.