Li Ewropayê piştgiriya ji bo HDP’ê didome

Bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk li gelek bajarên Ewropayê ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hatin kirin.

LONDRA

Bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê ji bo piştgiriya HDP’ê li Londrayê li pêşiya îstasyona Manor Hoûseyê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de sloganên ‘HDP gel e, gel li vir e’ û ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ hate berzkirin.

Çalakgera SKB’ê Hêlîn Pekoz li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk daxuyanî xwend û got “Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dixwaze HDP’ê bigire û temenê rejîma faşîst zêde bike. Çi kesên ku dengê xwe dane an jî nedane HDP’ê divê ji bo li hemberî faşîzmê dengê demokrasiyê bilind bikin, piştgiriya HDP’ê bikin.”

Piştî Pekoz peyamên Hevserokên HDP’ê hatin xwendin.

Piştî axaftinan girse ber bi Harîngeyê dest bi meşê kir û meş li pêşiya avahiya KCC’ê bi dawî bû.

BERLÎN

Li Berlînê jî bi şîara ‘HDP nayê girtin’ meşek hate lidarxistin. Bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê li Hermanplatzê gelê Kurd û dostên wan kom bûn. Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr, namzetên parlementeriya federal a Dîe Lînkeyê Lûcîa Schnell, Pascal Mesîer, parlementerên berê yên HDP’ê Kemal Aktaş û Sîbel Yîgîtalp jî tevlî çalakiyê bûn.

Meş bi sloganên ‘HDP gel e, gel li vir e bi dawî bû.’

HAMBÛRG

Li hemberî doza girtina HDP’ê li Hambûrgê jî meşeke piştgiriyê hate lidarxistin.

Meş li qada herî şên a Hambûrgê li Altonayê hate kirin. Ji xeynî Kurdên li Hambûrgê, Kurdên ji Kîel, Stade û derdora wê hatibûn jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hate diyarkirin k HDP îradeya bi milyonan kesan e û partî ne bi tenê avahiyek e.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan saet di 17.00’an de li Qada Canabîereyê hatin ba hev û ber bi qada herî qelebalix a Marsîlyayê ber bi Vîeûx Portê meşiyan.

Di meşê de pankartên ‘Em hemû HPDyî ne’, ‘HDP gel e, gel li hemberî faşîzmê stûyê xwe xwar nake’ û ‘HDP ne bi tenê ye’ hatin vekirin.

Di çalakiyê de belavoka bi Fransî û peyama hevserokên HDP’ê hatin xwendin.

Meş û mîtîng bi sloganan bi dawî bû.