Li Ewropayê li dijî terora li girtîgehan çalakiyên girseyî hatin lidarxistin

Terora dewleta Tirk ya li hemberî girtiyên siyasî û nexweş, bi çalakiyên girseyî yên li navendên cuda yên Ewropayê hatin lidarxistin ve hat şermezarkirin.

Bi pêşengiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADBG) Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê dijîn li dijî zextên dewletê yên li ser girtiyên siyasî û nexweş çalakiyên girseyî lidar xistin. Di çalakiyan de girtiyên ji ber êşkence û tecrîda girankirî ya li girtîgehan hatin qetilkirin hatin bibîranîn, piştre hate xwestin ku di serî de siyasetmedara girtî ya nexweş Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.

KOLN

Mîtînga ku li ser banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk (ADGB) li bajarê Koln ê Elmanyayê hate lidarxistin, saet di 16.00 de li Bahnhofvorplatzê destpê kir.

Di mîtînga ku Kurdistanî û şoreşgerên sosyalîst ên çep lê amade bûn de, bal hat kişandin li ser qetlîamên li ser girtiyan ku bi mirina Garîbe Gezer a li girtîgehan destpê kir û tecrîd, êşkence û pêkanînên dermirovî yên li ser girtiyan.

Her wiha di mîtîngê de li ser navê ADGB’ê Suleyman Gurcan axivî û got: “Di meha dawî de 7 girtiyan li girtîgehan ji ber êşkenceyê û ji ber ku nehatine dermankirin jiyana xwe ji dest dane. Ev yek nîşaneya helwesta rejîma AKP-MHP'ê ya li hemberî girtiyên siyasî ye. Weke Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê em bang li her kesî dikin ku bibin dengê hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan."

Parlamentera berê ya HDP'ê Nursel Aydogan a li sirgûnê dijî jî li vir axaftinek kir. Aydogan got, “Ger hûn dixwazin bizanibin welatek demokratîk e yan na, divê li girtîgehên wî welatî binêrin. Girtî eynika wî welatî ne. Îro li Tirkiyeyê zêdetirî deh hezar girtiyên siyasî di girtîgehê de ne. Rojek derbas nabe ku ji girtîgehan nûçeyên mirin, êşkence û binpêkirinên mafan dernekeve. Desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî xwe li dereweke mezin digirin û dibêjin ku li Tirkiyeyê demokrasî heye. Lê li gorî tabloya girtîgehan ez dikarim bi hêsanî vêya bibêjim, li Tirkiyê demokrasî nîne. Li Tirkiyê desthilatdariyeke faşîst û faşîzm heye.”

Di mîtîngê de daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ya li ser komkujî û êşkenceya li girtîgehan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî ku hikûmeta AKP'ê muzakereyên çareseriyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi dawî kir, bera xwe da polîtîkaya tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd û bi hezaran siyasetmedar, akademîsyen û parêzvanên mafên jinan avêtin girtîgehê.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama polîtîkayên êşkence û qetlîamê yên li girtîgehan de di meha dawî de ku bi qetilkirina Garîbe Gezer ve destpê kir 7 girtî hatin qetilkirin û hat xwestin ku di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.

Mîtîng bi banga tevlîbûna meşa ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya ku wê 8’ê Çile di asta NRW’ê li Dusseldorfê bê lidarxistin, bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina qetlîamên dewletê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, mîtîngeke protestoyî hate lidarxistin.

Mîtînga ku ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve hat organîzekirin, li navçeya Altona ku naveçeya herî qelebalix a bajêr e hat lidarxistin.

Hunermend û parêzvanê mafên mirovan Leman Stehn ku li ser navê ADGB'ê daxuyanî xwend, bal kişande ser kesên li girtîgehan bi fermana dewletê hatin qetilkirin û got ku ji bo pêşî li van hemû qetlîaman bê girtin divê şoreşger mil bi mil û dil bi dil bidin hev û tevbigerin.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bi hiqûqa dijminatiya Kurdan tevdigere. Bi qetilkirina gelê Kurd û nûnerên wan ên li girtîgehan vê yekê ji xwe re dike sedemê hebûnê. Mîna ku girtina mirovan di girtîgehan de ne bes e, li hundir jî dikujin. Ger em li dijî van cînayetan dengê xwe bilind nekin, wê dewlet bi awayekî bêperwa van mirovan qir bike. Her kesê ku dibêje ez mirov im û xwedî wijdan im, divê li hemberî van cînayetan bertekên xwe nîşan bide.”

Di daxuyaniya li ser navê rêxistina ciwanan a Young Struggle hate xwendin de hate destnîşankirin ku divê di zûtirîn dem de zext, êşkence û qetilkiirnên li ser girtiyên siyasî bi dawî bibe û weke tevgera ciwanên sosyalîst li ser têkoşîna hevpar a gelê Kurd û girtiyên di girtîgehan de dîl tên girtin hat tekezkirin.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê êrîşên faşîst û êşkenceyên dewleta Tirk ên li ser girtiyan hatin protestokirin.

Kurdistanî li ber Kîel Haûptbahnhofê kom bûn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiya ku wêneyên 7 girtiyên di nava mehekê de li girtîgehên Tirkiyê şehîd bûne hatin hilgirtin, hat xwestin ku dawî li terora dewletê bê û girtiyên nexweş tavilê bên berdan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

LONDON

Yekîtiya Hêzên Demokratîk (ADGB) ku ji 18 rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Brîtanyayê pêk tê, ji bo balê bikşînin ser girtiyên nexweş û zextên li girtîgehan, li ber Pirtûkxaneya Manor House ya li paytexta Îngilîstan Londrayê hatin cem hev.

Di çalakiya girseyî de pankartên "Li girtîgehên Tirkiyê qetlîam heye" hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş û siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk hatin hilgirtin.  Her wiha dirûşmeyên "Ji girtiyên siyasî re azadî", "Bila girtiyên nexweş bên berdan", " Dewleta terorîst qatil Erdogan" û "Ji Aysel Tûglûk re azadî" hatin berzkirin.

Li vir li ser navê ADGB'ê Abdullah Yoldaş û Helîn Pekoz daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya bi Îngîlîzî û Tirkî xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê mirina girtiyên nexweş înfaz e û hat tekezkirin ku hewldanên teslîmgirtina vîna girtiyan a di 19'ê Kanûna 2000'an de dabûn destpêkirin, heta îro didome.

Di daxuyaniyê de hate ziman ku niha li girtîgehan hezar û 605 girtiyên nexweş ku 604 jê nexweşiya wan giran e, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li hemberî zêdebûna mûxalefeta civakî ya ji ber krîza pêkhateyî ketiye nava tirsê û bi tirsa ku ketiye nav dilê wê êrîşên xwe zêde dike. Qatilê girtiyên welatparêz ên şoreşger ên weke Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û Halîl Guneş dewlet e. Parlamentera berê ya HDP’ê ya girtî Aysel Tûglûk û bi sedan girtiyên pêşverû, şoreşger û welatparêz di bin şert û mercên giran ên nexweşiyê de berxwedana xwe didomînin.

ADGB'ê xwest ku girtiyên nexweş demildest bên berdan û li dijî qetlîamên dewleta Tirk banga têkoşîneke hevpar kir.

Li ser navê Meclisa Gelê Kurd Ercan Akbal jî axivî û bal kişande ser Komkujiya Roboskî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin û diyar kir ku gelê Kurd wê ti carî serî natewînin û şoreşgerên Kurd wê ji kesên fermana komkujiyan dane hesab bipirsin.

Piştî axaftina Akbal girseyê dirûşmeyên "Dewleta qatil wê hesab bide" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîerê yê Fransayê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Delal Amed, zext û qetlîamên li ser girtiyan li girtîgehan hatin protestokirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li wir hatî datin de mirin, êşkence û êrîşên zayendî yên li dijî girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku rewşeke sîstematîk girtiye hat teşhîrkirin û hat diyarkirin ku berpirsyarê mirina girtiyan ku weke “nexweş” û “xwekujî” tên nîşandan dewlet e.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû; “Parlamentera berê ya HDP’ê Aysel Tûglûk û bi sedan girtiyên pêşverû, şoreşger û welatparêz di bin şert û mercên giran ên nexweşiyê de berxwedana xwe didomînin. Werin em li dijî qetlîamên ku dewleta Tirk jê re dibêje 'nexweş' û 'xwekujî' têbikoşin. Ji bo serbestberdana girtiyên nexweş em hevgirtinê mezin bikin.”