Li Dusseldorfê ji bo dayik û berxwedêran çalakî pêk hat

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi armanca piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedêr û dayikên berxwedêran hatin silavkirin.

Çalakiya bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Nalîn Mûş hatî lidarxistin, li Heinrich-Heine-Platzê pêk hat.

Jinên ji bo piştgiriya dayikên aştiyê li serê xwe laçikên spî girê dayî, bêdengiya welatên Ewropa û rayagiştî ya cîhanê protesto kirin. Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku peywira xwe bi cih bînin û pankarta li ser, “Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, bêdengiya we wê bibe sedema jiyana 7000 mirovan!” Di çalakiya ku gelek belavok hatî belavkirin de, bê navber dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî!”, “Bijî hevkariya gelan” hatin berzkirin.

Çalakî bi banga piştgiriya berxwedêr û dayikan bi dawî bû.