Li Dûîsbûrgê Mehmet Şîrîn Cebe hate bibîranîn

Yek ji fermandarê HPG’ê Akîf Dogan (Mehmet Şîrîn Cebe) di salvegera 6’emîn a şehadeta xwe de li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê hate bibîranîn.

Nêzî 200 kes tevlî bibîranê bûn. Li eywana bibîranînê wêneyên Mehmet Şîrîn Cebe, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin daliqandin.

Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bibîranîne de parlementerê berê yê HDP’ê Ahmet Yildirim axivî.

Piştre jî Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê ku 42 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, Mûstafa Tûzak ê ku li Dûîsbûrgê di greva birçîbûnê de ye û birayê M.Şîrîn Cebe, Salih Cebe axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê.

Bibîranîn bi sloganên ‘Bêserok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan û azadî’ re bi dawî bû.