Li dijî qedexeya li ser PKK’ê kampanyaya îmzeyan mezin dibe

Li Ewropa di pêşengtiya ciwanên Kurd de çalakiyên li dijî qedexeya li ser PKK’ê her ku diçe belav dibe. Di çalakiya îro de li gelek bajaran stand hatin danîn û îmze hatin komkirin.

Li gelek navendên Ewropa di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) û Ciwanên Enternasyonalîst ve ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin, stanta îmzeyan hate danîn. Di standê de der barê naveroka kampanyayê agahî tên dayîn û îmze tên komkirin.

KOLN

Li bajarê Koln yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê“ li dijî qedexeya li ser PKK’ê stand hate danîn û îmze hatin komkirin.

Standa îmzeyan li qada Chlodwîgplatzê di saet 12.00’an de hate danîn û heta saet 17.00’an de berdewam kir.

Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn û kesên hatin standê ji hatin agahdarkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê kampanya îmzeyan berdewam dike.

Di çalakiya îro de di pêşengtiya TCŞ, TekoJIN û Ciwanên Enternasyonalîst ve li qada Plaîne standa îmzeyan hate danîn. Di çarçoveya çalakiyê de ciwanan civaka Fransa agadar kir.

ST GALLEN

Di pêşengtiya TCŞ û Komsiyona Çandê de li bajarê St. Gallen yê Siwîsrê stand danî.

Standa li Mûltergasseyê hate danîn û rastî provokasyona nîjadperestên Tirk hat. Piştî polîs hatin cihê standê nîjadperestên Tirk her yek bi aliyekê ve reviyan.