Li Den Haagê salvegera damezrandina PKK hat pîrozkirin

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê 41. Salvegera damezrandina PKK hate pîrozkirin.

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bi merasîmeke ya şevê salvegera damezrandina PKK hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku bi sedan kes tevlî bibûn di saet 14:00’an de destpêkir.

Di merasîmê de ku bi coş derbas bû siyasetmedarê Kurd Sulêman Gûneylî axivî.

Gûneylî diyar kir ku têkoşîna azadiya Kurdistanê ya PKK bi komekî biçûk ve destpêkirî îro bi mîlyonan însan tevlî dibin û ne mumkîne ku pêşiya meşa azadiyê were girtin.

Her wiha got: “Di berdêla şehadet û berdêlên ku hatine dayîn vê teqez azadî qezenc bike.” Her wiha li axaftina xwe ew jî zêde kir: “Îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye û ji bo ku zincîrên esaretê bên şkandin divê têkoşînê bilind bikin.”

Di merasîmê de ku bi gerandina govendê û berzkirina drûşman bi dawî bû Hozan Comerd, Pinar Aydinlar û Xanemîr derketin ser dikê.