Li Den Haagê sosyalîstan greva birçîbûnê dan destpêkirin

Endamên Weqfa çanda Enternasyonal a Vardiya (VEKSAV), li dijî êşkenceya tecrîdê, li bajarê Den Haag a Hollandayê greva birçîbûnê ya 3 rojan dan destpêkirin.

Federasyona Koçberan (AvEG-Kon) li dijî tecrîdê, bi armanca bilindkirina têkoşînê 3-4-5 Gulanê li gelek deran greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.

VEKSAV a girêdayî AvEG-Konê bi vê armancê li bajarê Den Haag ê Hollandayê greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin. Greva birçîbûnê li Lokala Federasyona Karkerên Tirkiyeyê (HTİF ) hat destpêkirin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de berxwedêr tevlî şahihaya li Navenda Civak Demokratîk a Kurd a Den Haagê bûn. Çalakiya Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici ya greva birçîbûnê jî li Komalayê di roja 106’an de didome. Sosyalîstan bang li her kesî kirin ku li dijî êşkenceya tecrîdê, piştgiriya berxwedanê bikin.

Çalakgerên Sosyalîst, di roja 3’emîn a çalakiyê de tevlî kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hollandayê bûn û diyar kirin ku divê li dijî tecrîdê têkoşîn bê bilindkirin.