BI DÎMEN

Li Danîmarkayê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê destpê kirin

Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li bajarê Ishoj ê Danîmarkayê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

PÎROZBAHIYÊN 15'Ê TEBAXÊ

Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir, bi axaftineke kurt a Heverokên Meclîsê ya li ser girîngî û wateya rojê dewam kir.

Di axaftinan de işaret bi xiyanet û nokeriya vê demê hate kirin û hate ragihandin ku wê hesab ji van hêzan bê pirsîn.

Di pîrozbahiyê de hunermend Ergîn Xelîkan, Gigrîng, Îbrahîm Pirsûsî, Şivan Can û Cîhan Kilic hunera xwe pêşkêş kirin.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Gerîla", "Bimire xiyanet" hatin qîrîn.