Li çiyayên Kurdistanê coşiya Newrozê

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Qadên Parastinê yên Medyayê Newrozê pîroz dikin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qadên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke eskerî û bi govendan Newroz pîroz kirin.

Dema merasîma eskerî ji fermandarên Biryargeha Navendî  ya Parastina Gel Hakî Armanc axivî, bal kişande ser bê ka Newroz ji bo gelê Kurd û tevgera PKK'ê çiqasî bi qedr û qîmet e. Armanc diyar kir sala 2021'an wê faşîzmê hilweşînni, Rêber Apo, gelê Kurd û Kurdistanê azad bikin û ji serkeftin ji bo hemû gerîlayan xwest.

Piştî merasîmê gerîlayan li dora agirê Newrozê govend gerandin, hîs û fikrên xwe yên li ser Newrozê ji kamereyên Gerîlla TV re gotin.