Li Chûrê li dijî êrîşên qirkirinê çalakî hat lidarxistin

Li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê, li bajarê Chûr ê Swîsreyê mîtîng hat lidarxistin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Kurdistanê pêk tîne, li bajarê Chûr ê Swîsreyê mîtîngek hat lidarxistin. Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî dest pê kir. Pankart û dovîzên ku sûcên şer ên dewleta Tirk teşhîr dikin, hatin hildan û bêdengiya DYE, Rûsya û dewletên Rojavayî û piştgiriya wan a ji bo êrîşên qirkirinê, hatin şermezarkirin.

Nûnerê Meclîsa Gelê Kurd a Chûrê Kûreyş Doymaz di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bê ku bibêje nexweşxane, dibistan, gund, bajar û depoyên çandiniyê, ev yek hefteye êrîşê qadên jiyanî yên sivîlan dike. Doymaz diyar kir ku bi êrîşan dixwazin gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin û got: “Tevî ku eşkere ye ku li ser esasê van êrîşên ku ev çend roj in li dijî gelê Kurd tê xwestin qirkirinek were kirin, em erêkirina dewletên rojava bi taybetî DYA û Rûsya ji bo van êrîşan qebûl nakin. Weke gelê Kurd û dostên wan, ger duh bi têkoşîna hevpar a li dijî çeteyên barbar DAÎŞ’ê şoreşek hat avakirin, em ê îro jî xwedî li têkoşîna gerîla derbikevin û li dijî êrîşên dewleta Tirk em ê Şoreşa Rojava biparêzin.”

Çalakî bi banga rawestandina êrîşên dagirkerî û qirkirinê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.