Li Cenevreyê xwedî li berxwedana gerîla hate derketin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê bi çalakiyekê hatin şermezar kirin.

Li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN bi çalakiyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

Kurdistanî li qada Bel-Airê li hev civiyan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan.

Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşman xwedî li pêngava bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" hate derketin. Çalakger bi vê armancê heta navenda bajêr meşiyan.

Li ber pira Gare de Cornavinê daxuyaniyek dan û gotin, "Her cihê ku em lê ne ji bo me çepera berxwedanê ye. Em ê her tim li qadan bin û têkoşînê bi ser bixînin." Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.