Li Bocholtê li dijî qeyûman kon hate vedan
Li bajarê Bocholt ê Elmanyayê ji bo protestokirina qeyûman kon hate vedan.
Li bajarê Bocholt ê Elmanyayê ji bo protestokirina qeyûman kon hate vedan.
Li bajarê Bocholt ê Elmanyayê bi çalakiyeke kon desteserkirina şaredariyan a bi destê qeyûman hate protestokirin. Çalakiya kon a ku Meclîsa Gel a Bocholtê organîze kir û Kurdistanî tevlî bû, heta saetên şevê dom kir.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û belavok hatin belavkirin. Hate gotin ku destdirêjî vîna gelê Kurd hatiye kirin. Bang li Elmanya, Yekîtiya Ewropa hate kirin ku li dijî van pêkanînên faşîst ên Tirk derbikevin.