Li Bîelefeldê çalakiya ji bo Şengalê di roja duyemîn de didome

Li bajarê Bîelefeldê ya Elmanyayê çalakiya ji ber salvegera qirkirina Şengalê di roja duyemîn de jî hate kirin.

Çalakiya ku ji aliyê SMJÊ, HCÊ, NAV-YEK û Navenda Kurdistanê li Bîelefeldê hate kirin saet di 16.00’an de li navenda bajêr dest pê kir.

Di axaftinan de qala êrişa DAÎŞ’ê ya di sala 2014’an de, girêdanên siyasî yên di navbera Elmanya, DAÎŞ, Tirkiye û PDK’ê, gefa li ser Şengalê hate kirin.

Di çalakiyê de hate kirin ku herî kêm 2800 jin û keçên Êzidî hê jî winda ne û ji bo çalakiyê sibê ya ji bo bîranîna şehîd û qehremanên Şengalê ya saet di 17.00’an de banga tevlêbûnê hate kirin.