Li Berlînê panela ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’

Li Berlînê xwendekarên endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî panelek lidar xistin.

PANELA ‘JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ’

Li Zanîngeha Berlînê ya Elmanyayê panelek hate lidarxistin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

Nûnerên ji Azadî e.V’ê ku ji bo aktîvîstên Kurd alîkariya hiqûqî dabîn dikin û ji partiya ‘Dîe Lînke’ Ferat Koçak weke axaftvan beşdarî panelê bûn.

Di panelê de mijarên girîng ên mîna Doza Kûmpasê ya Kobanê û li Kurdistan û Tirkiyeyê girtinên siyasî yên li hemberî DEM Partiyê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser rol û mîsyona xwendekar û ciwanan jî nîqaş hatin kirin.

Di dawiya panelê de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, azadî hate xwestin.