Li Baselê NCDK’ê kongreya xwe li dar xist

Li Baselê NCDK’ê 6’emîn kongreya xwe bi şîara “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Ocalan azad bikin” lidarxist.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Baselê (NCDK-Basel) 6’emîn kongreya xwe bi şîara ““Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Ocalan azad bikin” lidarxist û kongreya 6’an diyarî şehîdên têkoşîna azadî û şoreşê yên îsal û berxwedêrên grevên birçîbûnê kir.

Bi beşdarbûna zêdetirî 100 deleqe û mêhvan kongre hate lidarxistin û li salona kongreyê wêneyê şehîdên têkoşîna azadî û şoreşê, çalakgerên greva birçîbûnê û girtiyên bi çalakiya fedayî şehîd bûn hate daliqandin.

Kongre ji bo bîranîna şehîdên têkoşînê bi deqîqeyek rêzgirtinê despê kir. Çalakgerê greva birçîbûnê ya Strasboûrgê siyasetmedar Mûstafa Sarikaya ku 98 roj din di grevê de ye bi telefonê beşdarî kongeyê bû û pêvajo nirxand.

Piştî axaftinan raporên xebatê hate xwendin û nirxandin. Di kongrê ye komîsyon û hevserok hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.