Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo bal kişandina ser greva Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin.
Li ser banga CDK-Basel Kurd û dostên wan li stasyona trenê ya navendê kom bûn û pankarta ‘Li dijî tecîrda li ser Ocalan di grevê de ne’ û poster û alên PKK’ê hatin hildan û belavok hate xwendin.
MARGÛRG
Li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û piştgirîkirina Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hate kirin.
Çalakiya ku Meclîsa Gel a Margûrg, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û dostên wan ên Elman organîzekirî, ji Haûptbahnhofê destê kir heta Markplatzê dewam kir. Nêzî 250 kes tevlî çalakiyê bûn berxwedêrên grevan silav kirin.