Li bajarê Chemnîtz ê Elmanyayê name ji NY re hate şandin

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan, li bjaarê Chemnîtzê name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hatin şandin.

Kampanya Kurdistaniyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, ku nameyan ji Neteweyên Yekbûyî re dişînin.

Bi vê armancê li bajarê Chemnîtz ê Elmanyayê Kurdistaniyan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin û jê xwestin ku ji bo azadiya Ocalan bi erk û wezîfeya xwe rabe.