BI DÎMEN

Li bajarê Bîelefeld li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî hat lidarxistin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Îro li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Gel çalakî ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn û bang hate kirin ku CPT erkê xwe yê li hemberî sîstema Îmraliyê bi cih bîne. Her wiha hat gotin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were şikandin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.