Li Aûrîchê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Aûrîch a Elmanyayê, bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate protestokirin û xwedî li berxwedana li zindanan hate derketin.

Kurdistaniyên li bajarên Oldenbûrg û Aûrîch ên Elmanyayê dijîn, ji bo tecrîdê protesto bikin û xwedî li greva birçîbûnê ya li girtîgehan derbikevin, meşek lidarxistin.

Kurdistaniyên di seat 14:00’an de li Aûrîchê hatîn gel hev, meşek lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dirûşme hatin berzkirin,  pêkanînên faşîzan ên dewleta Tirk jî hatin protestokirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protesto bikin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê çalakiyên Kurdan bidomin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.