Li Achîmnê Qetlîama li Şengalê protesto kirin
Li bajarokê Achîmn a Bremen a Elmanyayê salvegera qetlîama Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li bajarokê Achîmn a Bremen a Elmanyayê salvegera qetlîama Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Bi tevlîbûna Kurdistaniyan çalakî li Fraûenrat Zeynep e.v bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de alên TJA û HCE’yê hatin hildan û li ser navê NCKD hevserok Tuncer Yalinkiliç û Hevserokê NAV-YEK’ê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de bal kişandin ser statûya Şengalê û gerîlayên bi hewara Şengalê hatin û niha li Heftanînê li ber xwe didin jî silav kirin.
Çalakî bi dirûşmên ‘Bêdengî hevkariya qetlîamê ye’, ‘Qatil Erdogan’ û ‘Kujerê zarokan Erdogan’ bi dawî bû.