Li Êrîvanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê li salona Arno Babacaniyan bi coşeke mezin Newroz hate pîroz kirin.

Pîrozbahî di şexsê Ûgûr Şakar û Zulkuf Gezen de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Parlamneterê Ermenistanê yê As^rî Arsen Mîxaylîlov, endamê perwerdehiya Zanîngeha dEwletê Profesor Dr. Hamlet Zaqaviyan û gelek nivîskarên Ermenî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de peyema Newrozê ya Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan hate xwnedin. Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê dayika şehîd Kûbar Kalayşayn axivî, Newroza hemû kesên liberxwe didin pîroz kir û got yên liberxwe didin wê serbikevin.

Serokê Yekitiya Kurd a Ermenistanê û endamê KNK’ê parlamenter Kînyaz Hasnov axivî û got; “Cejna Newrozê her sal li çar parçeyên cîhanê bi coşeke mezin tê pîroz kirin. Newroz  Newroza gelê Kurd e. Ev Newroz Newroza Mazlûm Dogan e. Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Rêber Apo.”

Seroka Komîteya Kurdistan Jênîka Qadîr jî got; “Newroz serî hildana li dijî zalîman e û cejna berxwedanê ye.”

Ermeniyê Sûriyeyî Hovaneş Berberyan jî Newroza gelê Kurd pîroz kir û bal kişand li ser dostaniya Kurd û Ermeniyan.

Piştî axaftinan hunermend Azad Bedran, Bazo Memedova, Fêrîkê Ûsib, Vladîk Xudoyan, Robert Davoyan, koma şano ya zarokan a Elegez, Frûnzîk Avaşîn, ji Kurdên Rojhilat Dunya Feroxmenêj û koma Ermenî derketin ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi govendê bidawî bû.