Li 9 bajarên Îtalyayê meşa dirêj pêk tê

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê ji bo balê bikêşin ser tecrîd û berxwedanên grevên birçîbûnê li ber avahiya şaredariyên daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û meş hat destpêkirin.

Dostê Kurdan Paolo Lîmonda, li ber şaredariya Mîlanê daxuyeneke kurt da û dosyekeke di derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê de amade kirî, radestî rayedarên şaredariyê kir.

Piştî daxuyaniyê, meşa ku gelek bajaran digire nava xwe, destpê kir. Meşa dirêj, wê 5’ê Hezîranê li bajarê Firenzayê biqede.

Wê di vê pêvajoyê de çalakger 22’ê Gulanê li Lodiyê, 24’ê Gulanê li Piacenzayê, 25’ê Gulanê li Fiorenzuolayê, 27’ê Gulanê li Parmyê li Reggio Emiliayê, 29’ê Gulanê lil Modenayê û 31’ê Gulanê li Bolognayê bin û meşa xwe pêk bînin.