Li 4 bajarên Elmanyayê Sînan Dêrsim hate bîranîn

Şehîd Sînan Dêrsim li gelek bajarên Elmanyayê bi çalakiyan hate bîranîn.

Bi çalakiyan Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim li bajarên Dûîsbûrg, Bonn, Stûttgart û Bîelefeldê hat bîranîn.

DÛÎSBÛRG

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan saet 15:00’an li NCDK Dûîsbûrgê hate kirin.

Di axaftina li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan (KOMAW) hatî kirin de, bal kişandin ku Sînan Dêrsim di tevahiya jiyana xwe ya şoreşê de xwedî kesayetek mînak bû û teqez kirin ku erka wan e ku xwedî li bîranîna rêheval Sînan derbikevin.

Di bîranînê de Hevserokê NAV-YEK’ê Hacî Çelîk û Hevserokê ATÎK’ê Suleyman Gurcan axivîn.

Piştî pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Dêrsim, bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

BONN

Sînan Dêrsim li bajarê Bonn a Elmanyayê hate bîranîn.

Bîranîn saet 15:00’an bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de axaftvanan peyama ku ‘Daxwaza şehîdan tenê wê bi berxwedanê bigehije armancê’ dan.

Bîranîn piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

STÛTTGART

Sînan Dêrsim li bajarê Stûttgart a Elmanyayê jî hat bîranîn.

Di bîranîna ku ji bo Sînan Dêrsim qûncikek çêkirin de, axaftvanan bal kişandin li ser girîngiya bihêzkirina têkoşîna hevpar a girêdanbûna bi têkoşîna Sînan Dêrsim re.

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Sînan Dêrsim bi dawî bû.

BIELEFELD

Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê jî di bîranîna ku TekoJIN û TCŞ’ê organîze kirî de, sînevîzyon hate pêşandin. Bîranîn piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.