Li 3 navendan Newroz hate pîrozkirin

Li Pîen, Dortmûnd ên Elmanya û Beîl a Swîsreyê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin.

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin. Newroz diyarî Zulkuf Gezen û Ûgûr Şakar ên li dijî tecrîdê û krîmînalîzekirina Kurdan bedena xwe dabûn ber agir hate kirin. Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin. Di axaftinên hatin kirin de jî hate gotin Kurd ti car koledariyê napejirîne.

PÎEN

Li bajarê Pîen ê Elmanyayê Kurdistaniyan agirê Newrozê dadan û Newroz pîrozkirin. Her wiha komeleya xwe bi pîrozkirina Newrozê vekirin. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş axivî û Newroz li her kesê pîroz kir. Piştî axaftinan Ciwanên Çewlig, Dimlî Amed û Memo li gel Serhildan 63 û Ridwan derketin ser dikê.

BÎEL

Newroz li bajarê Bîel ê Swîsreyê jî bi danda agirê Newrozê yê ji aliyê dayikên aştiyê ve Newroz bi gerandina govendê ve hate pîrozkirin. Di Newrozê de wêneyên Ûgûr Şakar û Zulkuf Gezen hatin hildan. Piştî axaftina li ser navê hevserokên CDK’ê hate kirin û şûnde nameya Ûgûr Şakar a nivîsandibû hate xwendin.

Agirê Newrozê ji aliyê Dayika Aştiyê Dayika Firaz ve hate pêxistin.Her wiha Nûnerên PYD Swîsre û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî axivîn û koma Lelo derketin ser dikê.