Kurdistanî li Lozanê bûn: Dawî li şerma 96 saliyê bînin!

Sala 96’an a Peymana Lozanê ku bi sînorê xêz kirî di Kurdan de êdî ti wateya xwe nîne, ji aliyê Kurdistaniyan ve hate protestokirin.

Sala 96’an a Peyman Lozanê ku Kurdistan kir 4 parçe ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi meş û mîtîngekê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Lozan Rîponne Placeyê hatin ba hev, ji vir heta avahiya li Oûchyê ku peyman lê hate kirin meşiyan.

Di meşê de li gel rakirina pankartên bi nivîsên ‘Em qet rênadin ku Lozaneke duyemîn pêk bê’ û ‘Lozan tê wateya parçekirina Kurdan’ û alên PKK, KCK, YPG,YPJ’ê hatin hildan. Dîsa dowîzên ‘Lozan êdî bê wate ye’, ‘Bijî Kurdistan’û ‘Em qet Lozanê napejirînin’ hatin hildan û dirûşmên ‘Ji Ocalan re azad, ji Kurdistan re statû’ û ‘Bijî Berxwedana Rojav’ hate qîrkirin. Girseyê di meşê de peyama ‘Bi Şoreşa Rojava re divê dawî li jiyana navneteweyî ya 96 salî ya bêwatebûye bînin’ hate dayîn.

Dîsa di meşê de nerazîbûnên li dijî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Kampa Mexmûrê bal kişandin.  Bang li NY’yê hate kirin ku li dijî dewleta Tirk têkeve tevgerê.

 ‘MÊTÎNGER LI PÊŞBERÎ BERXWEDANÊ WINDAKIRIN’

Piştî meşê li Qada Oûchy li pêşiya avahiya ku peyman lê hate kirin mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de siyasetmedarê Kurd Firat Ûmût axivî û got: “Yên ku bi peymana Lozanê ku 100 sal mêtingerî li ser Kurdan da ferzkirin û Kurdan terkî Ereb, Tirk û Farskirinê kirin, îro li pêşberî berxwedana li 4 parçeyên Kurdistanê bilind dibe winda kirin. Şoreş Kurdistanê ya bi pêşengtiya Rêber Apo mezin bûye, hemû polîtîkayên serweran têk bûye.”

‘PIRSGIRÊKA KURD NE TENÊ PIRSGIRÊKA HERÊMÎ YE’

Piştî Ûmût li ser navê navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Demokratîk daxuyanî ji aliyê Ramazan Baytar ve hate xwendin û bal kişand ser bandora wateya dîrokî ya Peymana Lozanê ya li ser Kurdan û ev bang hêzên navneteweyî yên ku bi peymana Lozanê Kurdistan kirin 4 parçe kir, “Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka herêmî ye, pirsgirêka Kurd pirsgirêka hemû cîhanê ye. Li dijî êrîş û gefên li Kurdan, bêdengiya welatên nîna NATO’yê, ji derveyî aştî û  demokrasiyê ya anîna herêmê sedemê kaosê bi xwe ne. “ Hate diyarkirin ku Kurd rê nadin Lozaneke duyemîn pêk bê. Hate gotin ku ti projeyên Kurd li ber çav neyê girtin wê bi ser nekeve, mînaka vê jî Şoreşa li Rojava ye.

 ‘ŞOREŞA ROJAVA BÛYE HÊVIYA CÎHANÊ’

Di mîtîngê de ji nûnerê Kantona Vaûd a Partiya Karker a Swîsreyê (POP) Anaîs Tîmaft da xuyakirin ku Peymana Lozanê ji bo hêzên rojavayî di dîrokê de hê jî weke deqeke reş dewam dike û  hebûna vê peymanê di roja îro de hê jî êşê bi Kurdan dide kişandin. Tîmafet diyar kir ku divê li dijî Tirkiye û hêzên emperyalîst ên ji ber berjewendiyên xwe li dijî Şoreşa Rojava şer dikin piştevaniyê bikin. Tîmafe got: “Şoreşa Rojava bû hêviya gelên cîhanê. Bijî berxwedana gelê Kurd,bijî piştevaniya navneteweyî.”

 ‘KURDAN DEV JI AZADIYÊ BERNEDAN’

Parlementerê Kantona Solîtarîtelî Vaûd axivî û got: “Ji ber destkeftiyên polîtîk berî 96 salan daxwaza Tevgera Azadiya Kurdistanê li vî bajarî ji aliyê hêzên mezin ve tine hate hesibandin û Kurdistan kirin çar parçe. Tevî hemû zext û tinehesibandinê gelê Kurd li ber xwe da, gav ji azadiyê bi şûnde neavê.”

Piştî axaftinan û şûnde mîtîng bi gerandina govend û dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ bi dawî bû.