Kurdên li Rennesê tevî dostên xwe êrişên dagirkeriyê protesto kirin

Li bajarê Rennes ê Fransayê di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya bi dirûşmeya “Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze” çalakiyek hate lidarxistin.

Li navenda bajarê Rennesê Kurdan bi tevî dostên xwe yên enternasyonalîst, ji bo parastina Kurdistanê û Şoreşa Rojava ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin.

Çalakvanan wêneyên şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hilgirtin, dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê berz kirin, belavokan belav kirin û wêneyên şehîdan li ser dîwaran daliqandin.

Yekîtiya Komînist a Lîberal (UCL) ku piştgiriyê da çalakiyê bi daxuyaniyekî wiha got: "Em ê bîranînên hevreyên xwe yên enternasyonalîst yên ku ji bo parastina Kurdistanê û Şoreşa Rojava şehîd bûne bi bîr bînin û têkoşînê bidomînin."

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, ”Şehîd namirin”, ”Bijî serok Apo” hatin berzkirin.