Kurdên li Elmanyayê konfederasyonek ava kirin
Li Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a li bajarê Essena Elmanyayê Kurd hatin ba hev û 5 federasyonên ku ava kiribûn, di bin konfederasyonekê de anîn ba hev.
Li Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a li bajarê Essena Elmanyayê Kurd hatin ba hev û 5 federasyonên ku ava kiribûn, di bin konfederasyonekê de anîn ba hev.
Li Kolnê ji bo kongreya damezirandinê ya konfederasyonê Kurdên ku li 5 eyaletan xwe bi rêxistin kiribûn hatin ba hev. Fed-Med, FCDK, FCK, FCDK Elmanyaya Rojhilat, Fed-Dem, di bin navê KON-MED’ê de hatin ba hev.
Kongre bi rêzgirtinê û bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û 'Bijî Serok Apo' dest pê kir.
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur, nûnerên FEDA, CÎK, YJK-E, PYD, HDK-A û siyasetmedar Nûrsel Aydogan, Tûgba Hezer, Leyla Bîrlîk, Huseyîn Yildiz û 567 delege tevlî kongreyê bûn.
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr di kongreyê de axivî û got ku “Kongreya me ya îro, yekemîn konfederasyona me ye. Di vê konfederasyonê de wê Kurd û koçberên li Elmanyayê cih bigirin.”
Namzetê Partiya Çep ê Parlementoya Ewropayê Mûrat Yilmaz jî got ku “Em ê nehêlin ku Elmanya dengê me qut bike. Li parlementoya em ê qala azadiya Rêber Apo bikin.”
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Andoz Baz jî got ku “Modernîteya kapîtalîst nirxên mirovayetiyê binpê kirine. Em ciwan, em ê pergala xweseriya demokratîk a ku Rêbertî pêşkêş kiriye, li her derê bidin jiyîn.”
Piştî axaftina nûnerên saziyan, rêzikname hate xwendin û ji bo hevserokatiya pêşniyar hatin kirin. Ji bo rêveberiyê 23 kes û ji bo Hevserokatiya KON-MED’ê jî Tahîr Koçer û Leyla Acar hatin hilbijartin.