Kurdê pêşî ku îltîcayê Swêdê dike

Cemal Alemdar, Kurdê pêşî ye ku 1965’an îltîcayê Swêdê dike. Li Tirkiyê Hezîrana 1963’an yek ji wan rewşenbîrên Kurd e ku bi navê ‘’23’’yan hatin darizandin. 1975’an tevlî nav cihana kar dibe.

Cemal Alemdar Kurdê pêşî ye ku îltîcaya siyasî li Swêdê dike. Alemdar ji Başûrê Kurdistanê ye, piştî lîseyê li Iraqê diqedîne ji bo xwendina zanîngehê diçe Tirkiyê. Li ODTU’yê ya Enqerê du salan perwerdehiyê dibine û li ÎTU’yê ya Stenbolê 4 salan beşa mîmartî-endazyariyê dixwîne. Dema pola çaran, piştî hewldana darbeye ya Talat Aydemîr û Fethî Gurcan, dema ku rêveberiya jidiyayî tê ragihandin li gel 22 rewşênbîrê Kurd tê girtin.

Ji ber ku di nav wan de 23 rewşenbîrên Kurd ên mîna Mûsa Anter, Yaşar Kaya hene, doza ku Alemdar jê tê darizandin mîna ‘’doza 23’yan’’ tê zanîn. Piştî ku  tê berdan Almendar 1965’an îltîcayî Swêdê dike.

CEMÎYETA TELEBEYÊN KURD

Alemdar 11 meh û 2o rojan li girtîgeha Stenbolê dimîne. Alemdar dibêje dema ku li Stenbolê wan dixwend şûbeya Tirkiyê  ya Cemîyeta Telebeyên Kurd ava dikin û ew jî bûye serokê komeleyê, salê carekê kongre dikirin, pirtûkên nivîskarên biyan ên li ser dîrok û coğrafyaya Kur dianîn, werdigerandin Tirkî, ku wê demê hemû tiştên têkilî Kurdan qedexe bû.

MIKURHATINA LI KURDBÛNA XWE

Li ser dema destgîrkirinê Alemdar dibêje, 15 rojan êşkence li wan kirine û got, ‘’Polîsan gote min, ‘’tu çima Kurd î û dixwazî çi bikî?’’. Min jî got, ez Kurd im, dixwazim ziman û çanda xwe geş bikim, dixwazim li dibistanan dersen kurdî hebin, kovar û rojnameyên Kurdî hebin. Gotin min, ‘Tu li Kurdbûna xwe mikur tê?’’. Min got ez mikur nayêm, pê şanaz im. Dema ku min ev got, zêdetir êşkence li min kirin. Ji bo ku îmze bikim îfadeyek hazir kirbûn. Li ser dinivîsî ku Barzanî ji bo ku rêxistiniya Kurdên li Tirkiyê bikim ez şandim e, min jê pere standine û daye Kurdên li Tirkiyê. Digotin, tu Iraqî yî, heke îmze bikî em ê te berdin û vegerînin welatê te. Got, meseleya me bi Kurdên vir re ye. Min got heke îmze bikim wê jiyana min bibe titma mirinê û  min îmze nekir. Pir êşkence li min kirin û min ew îfade îmze nekir.’’

BI MÛSA ANTER RE LI GIRTÎGEHÊ

Alemdar bi domdarî got piştî êşkenceya li Koşka Zîverbey bi wesayiteke leşkerî ew birine Girtigeha Leşkerî ya Balmumcu û got, ‘’Ez bi zorê dimeşiyam, ji ber êşkenceyê. Dema ku ji pencereye Yaşar Kaya, Musa Anter û yên din ez tîtim bi dengekî bilind gotin, ‘’Bijî Kurdistan’’ û xwestin moral bidin min. Ez bi tena serê xwe kirim hicrikê. Ji ber ku serokê komeleyê bûm nedixwestin hevalên din bibinim. ‘’

Alemdar got got tiwaleta wan û Mûsa Anter û hevalên wan yek bûn, dema ku diçûne tiwaletê îmkanên ji hev agahdarbûnê çêdibû got, ‘’Li tiwalaatê tûlayên kevn û ji cihê xwe dilebitîn me ji cihê wan derdixistin û qotiya niftikê ku me peyama xwe dikiriyê, li kortan bi cih dikir û dîsa me tûla datanî cihê wê. Em wiha ji hev agahdar dibûn.’’

ÎLTÎCAYÎ SWÊDÊ DIKE

Alemdar piştî ku tê berdan îltîcayê Swêdê dike, 1965’an tê Swêdê, li Stockholmê, li Zanîngeha Teknîkê ya Kraliyetê dixwîne.

KOMÎTEYA DOSTANIYÊ YA SWÊDÎ Û KURDAN

Alemdar dibêje Kurdê ku beriya wî hatî Swêdê Doktor Selahaddîn Rastgeldî ye, Swêdiyan wê demê li ser Kurdan tiştek nedizanîn. Piştî ku di rojnameya Aftonbladetê de gotarekê dinivisin xwediya weşanxaneya Natur och Kultur Marta Hansson li wan diğere, dipirse bê ka ew çawa dikarin bi wan re alîkar bin û piştî ku pêşniyar dike ku komîteya hevgirtinê ya ji Swêdiyan pêk hatî, ava bibe, ‘’Komîteya Dostaniyê ya  Swêd- Kurdan’’ ava dibe, ku di nav de doktorên navdar ên mîna Olof Tandberg û Thomas Hammarberg û nivîskar, parêzvanên mafê mirovan cih digirin.

MÎMARÎ Û MITEHITÎ

Alemdar ji 1975an û wir ve dev ji xebabatên siyasî berdide, bi şîrketeke Italî re mîmarî-mitehitiyê dike, 2003’an li ser daxwaa Nêçîrvan Barzanî li Abû Dabî re pê re hevdîtinê dike, Barzanî jê dixwaze ku alîkar be ji bo avakirina welêt, ew jî qebûl dike  û bi mezintirîn şîrket duyan a înşeatê ya Ingiltere, Consteîn Înternatîonal re dibe şîrik. Alemdar dibêje bi şîrketê re li Hewlêrê laboratuwarek û beşek ji balafirxaneya Hewlêrê çêdikin, plana masterê ya Başûrê Kurdistanê û Keleha Hewlêrê dikin û got, ‘’Ji bo ku gendelî û dizî kete nav kar, çûme cem Nêçîrvan Barzanî û min gotiyê ez dawî li xebatên xwe tînim.’’