Kurdan û Italiyan li Parmayê Newroz pîroz kirin

Li Parmayê ya Italyayê Kurdan û dostên wan Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Parmayê ya Italyayê,  Rete Kurdistan Parme û nêzî 25 saziyên dostên Kurdan Newroz pîroz kirin.

Girseya ku li Pîazza della Paceyê kom bûyî bi xetîreyan heta bi Pîazza Anunzîatayê meşiya.

Di meşê de mizgînî hate dayin ku DAÎŞ hatiye qedandin.

Leyla  Guven û berxwedêrên dî yên grêvên birçîbûnê hatin slavkirin.

'ERDOGAN JÎ MÎNA DAÎŞ'Ê WÊ TÊK BIÇE'

Di pîrozbahiyê de hate gotin faşîzma Erdogan jî mîna DAÎŞ'ê wê were têkbirin.

Di pîrozbahiyê de şervanê Italî yê YPG'yî ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûyî, Têkoşer Piling û şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.

Piştî ku agirê Newrozê hate vêxistin, bername bi govendê qediya.