KURD-AKAD li Londrayê wê were damezirandin
KURD-AKAD ku 2009'an li Elmanyayê hatî damezirandin xwe hazir dike ku li Londrayê xwe ava bike.
KURD-AKAD ku 2009'an li Elmanyayê hatî damezirandin xwe hazir dike ku li Londrayê xwe ava bike.
KURD-AKAD cara pêşî ji bo ku analîza zanistî ya meseleyên ku bandorê li ser Kurdan dikin teşwîq bike û li siyaseta Ewropayê aktîv bibin caran pêşî 2009'an li Elmanya hatî avakirin xwe hazir dike li paytexta Brîtanya Londrayê xwe ava bike.
KURD AKAD UK ku akademîsyen û xwendayên Kurd tîne gel hev, ji xebatên zanistî bigirin heta bi projeyên hevgirtina sosyal, piştevaniya ji bo penaberan xebatan dike. Tora Profesyonelên Kurd (KPN) ku 2010'an li Londrayê hatî ava kirin biryar da ku ji niha bi rengê ku parçeyek ji KURD-AKAD UK'ê xebatên xwe bidomîne.
Çalakiya pêşî ya sosyal a KURD AKAD-UK'ê ya ku wê li Londrayê were lidarxistin 21'ê Îlonê Şemiyê di navbeyna saet 14.00 û 18.00'an de li 86 Stoke Newington High Street, N16 7PA li Babel Art Houseyê wê pêk were. Tê payin ku ji çar parçeyên Kurdistanê kes tevlê bibin. Çalakî wê bi sînevizyona danasîna KURD AKAD-UK'ê dest pê bike, stranbêj Suna Alan jî bistre.