KONGRA-GEL: Li dijî faşîzma dewleta Tirk divê her kes seferber bibe

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ban gli her kesî kir ku li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker seferber bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û got, "Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê gelê Kurd e, doh bi şev bi balafirên şer bombe li gelek qadên sivîl ên li herêmên Şehba, Kobanê, Zirgan û Dêrikê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li Qendîlê barand. Li Kobanê nexweşxaneya Covîd ya li ser Girê Miştenûrê bi bombardûmanê hate hilweşandin. Em hikuemta Tirk a faşîst ku nexweşxaneyê jî bombe dike, bi tundî şermezar dikin. Ti êrîş wê nikaribe îradeya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd bişikîne."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Di çapemeniyê de eşkere bû ku hikumeta AKP-MHP'ê beriya van êrîşan agahî da hêzên koalîsyona navneteweyî û Rûsyayê. Ji van êrîşan berpirsyariya yekser a van hêzan heye. Yanî hevparê sûcê şer ê hikumeta Tirk e.

Êrîşên doh bi şev bi rengekî eşkere raxist pêş çavan ku komkujiya li Taksîmê ji bo bibe hincet ji êrîşên hewayî re ji aliyê hikumeta AKP-MHP'ê ve hatiye plankirin. Bi vê plana qirêj a tarî re xwestin zemîna êrîşê ya li ser Rojava amade bikin. Lê belê plana wan têk çû, kesî ji wan bawer nekir.

Bi vî rengî careke din eşkere bû ku hikumeta AKP-MHP'ê rêveberiyeke faşîst a dest bi xwîn e ku ji bo desthilatdariya xwe provokasyonê li welatiyên xwe dike, mirovên sivîl, zarokan qetil dike.

Êrîşên li ser Rojava têne kirin ji bo rawestandina hilweşîna faşîzma xwe ye. Gelê me û dostên me divê bi hişmendiya vê rastiyê li her deverê rabin ser piyan. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û dostên me yên enternasyonal bi hev re xwedî li şoreşa Rojava derkevin û biparêzin. Çawa ku bi ruhê Kobanê DAÎŞ hate têkbirin, patrolê DAÎŞ'ê Erdogan jî wê bi heman rengî têk biçe.

Faşîzm tenê bi berxwedana gel dikare bê hilweşandin. Dem dema hilweşandina faşîzmê ye. Erk û wezîfeya dikeve ser milê me jî ew e ku nîşanî dost û dijminan bidin bê em tevger û gelekî çawa yên berxwedêrin."