KON-MED: Newroza Elmanyayê wê li Frankfurtê bê lidarxistin

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) ragihand ku pîrozbahiya Newroza navendî ya Elmanyayê ya sala 2023'an wê li Frankfurtê bê lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) de hat gotin, "Pîrozbahiya Newrozê wê 25'ê Adara 2023'yan roja Şemiyê li bajarê Frankfurtê bê lidarxistin. Di vê mijarê de xebatên wekî destûr û hwd bi dawî bûn. Li ser vê bingehê amadekariya pîrozbahiya ku ji bernameyeke mîtîngê pêk tê, gihîştiye qonaxa dawî. Civîna komîteya amadekariyê li Darmstadê pêk hat û bi nirxandina hemû aliyan amadekarî bi dawî bûn.”

'DEMA RÊBERTIYA AZAD Û KURDISTANA AZAD HATIYE’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di cejna neteweyî ya gelê Kurd de divê gelê me qada Newrozê bi rengên Kurdistanî tijî bike, bi taybetî jî jin bi kincên xwe yên neteweyî beşdar bibin.

Em ê Newroza 2023’yan bi dirûşmeya ‘Dema Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad hatiye’ pêk bînin. Weke ku tê zanîn di dîrokê de pergala herî mezin a qirkirinê li dijî Rêber Apo tê meşandin. Bi sîstema qirkirinê re gelê Kurd bê îrade tê hiştin û mehkûmî jiyana bêazadî tê kirin. Ji bo vê jî hewl didin ku sîstema tecrîda Îmraliyê bi civakî bikin. Rêber Apo li dijî tecrîd û pergala Îmraliyê di asta herêmî û cîhanê de têkoşîna herî mezin dide. Şer û berxwedana herî mezin li Îmraliyê tê jiyîn.

Li ser vê bingehê teqez e ku berxwedana geşkirî ya li dora Rêber Apo wê bi serfiraziya Newroza serdemê tacîdar bibe û asteke xurttir a xwedîderketinê derxîne holê. Berxwedana serkeftinê ya serdemê bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî îro bi taybetî li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê berfireh bûye. Ji ber vê yekê Newroz ji bo hemû gelan bûye cejna berxwedan, vejîn û azadiyê.

Em KON-MED bawer dikin ku, gelê me bi federasyon, meclîs û hemû pêkhateyên xwe yên rêxistinkirî re wê dest bi xebatên Newrozê bikin û ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li navenda Elmanyayê dilsozî û hewldaneke mezin nîşan bidin.

Li ser vê bingehê, bi bihara Newroza 2023'yan re, bi dirûşma 'Dema Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad hatiye’ bi deh hezaran Kurdistanî wê qada Newrozê dagirin û azadiya xwe biqîrin."